Xwepêşanderên Bexda hewldidin derbasî Encûmena Wezîran bibin
Îro 30 Nîsanê, Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de Şoreş li dijî Hikûmeta Iraqê ragehehand û beşdariya xwe û rewta xwe jibo maweyê 2 mehan rewestand, bêhtirê xwepêşanderan jî alîgirên Rewta Sedir in.
Li gorî zaniyariyên BasNews niha xwepêşander hewil didin ku dergehên serekî ên Encûmena Wezîran bişkînin û hejmarek mezin jî ji hêzên ewlekariyê rêgiriyê li xwepêşanderan dike.
Paş nîvroja îro 30 Nîsanê, xwepêşanderên Bexda dîwarên navçeya kesik şikandin û derbasî avahiya parlemen bûn û kelûpelên parlemen şikandin, li Bexda jî rewşa awerte hate ragehandin, herwiha bi sedema vê rewşa niha li Bexda hemû nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî li Bexda deriyê xwe daxistin.
Basnews
