• Saturday, 21 February 2026
logo

NY xebata dabeşbûna Iraqê dike

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
NY xebata dabeşbûna Iraqê dike
Cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden hefteya borî ji nişkê ve serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî. Piştî serdana Bexdayê Biden çû Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtinek pêk anî.

Gava Biden li Bexdayê bû, serdana Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir û li wê derê daxuyaniyên balkêş dan ji bo Iraqê û wiha axivî: "Ev cihên em îro we dişîninê ku hûn aştiyê bînin, ew bi xwe di dîrokê de ji aliyê etnîkî, olî û çandayî ji hev cuda ne û me sînorên wan danîne. Dewletên çêkirî ne".

New York Times diyar dike ku berê jî Joe Biden bang dikir ku Iraq di navbera şîayan, sûniyan û kurdan de dabeş bibe lê piştî ku hat erka cîgiriya serokatiyê herdem yekbûna Iraqê parast.

Ji aliyekî din ve, rojnameyê ragihand ku rayedarên NY’ê hêdî hêdî û bêdeng dest bi xebatekê kiriye ta ku bizanin bê cîhan dê çawa li perçebûna Iraqê binêre.

Basnews
Top