• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK û YNK li ser referandûmê rêkevtin

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
PDK û YNK li ser referandûmê rêkevtin
Mela Bextiyar: Eger Iraq destûrê bicîh bîne pirsgirêkame li gel wan tuneye.

Berpirsê desteya rêvebir a polît bûroya YNKê ragehand, YNK û PDK li ser referandûmê rêkevtin û li gel aliyên din jî rêkevtine.

Berpirsê desteya rêvebir a polît bûroya YNKê Mela Bextiyar, di civînekî li gel hejmarek berpirsên paydar ên Fransayê li Parîsê ragehand: ‘’Eger Iraq bibe Iraqe kî demokratîk û federal, destûr bê pêkanîn, pirsgirêkên gel çareser bike, em jî wekî Kurd tu pirsgirêkame li gel Iraqê tuneye.’’ Herwaha li gor malpera YNK ê ya fermî Mela Bextiyar got: ‘’Eger sal bo sal rewş xirab bibe, YNKê li gel PDKê li ser referandûmê li hev kirine, herwaha li gel aliyên din ên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî rêkevtin pêkhatiye.’’

Berî naha jî çend carek ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve, hat diyar kirin ku, hemu alî ji bo referamdûmê amade bin.

Rudaw
Top