Peşmerge çend gundên derdora Beşîr kontrol kirin
Peyamnerê Rûdawê li rojavayê Kerkûkê got ku piştî kontrolkirina gundê Elbûferecî û gundê Mezra Dewle, niha pêşmerge ber bi herdû gundê Telcul û Telcewal li başûrê gundê Beşîr, di pêşveçunê de ye.
Peyamnêrê me diyar kir ku plana Hêza Pêşmerge ew e ku hemû derdora gundê Beşîr bê kontrolkrin û piştre operasyona kontrolkirina gundê Beşîr radestî hêza Heşda Şeibî bikin.
Herwiha peyamnerê me da zanîn ku DAIŞê hejmareke mîn û bombeyên çandî li ser rêyan danane û heya niha nêzî 20 bombe hatine pûçkrin.
Li gorî zaniyariyên fermandeyê Pêşmerge zêdetirî 10 termê çekdarên DAIŞê ketine destê Hêzên Pêşmerge.
Rudaw
