• Saturday, 21 February 2026
logo

Xwepêşandar derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Xwepêşandar derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn
Bexda (Rûdaw) – Piştî ku Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir di daxuyaniyeke çapemendiyê de ragihandibû yan ew hikûmetê birûxînin an jî ew ê refroma pêk bînin, alîgirên wî derketin xwepêşandanan û ketin nav avahiya parlementoyê Iraqê.

Piştî ku Muqteda Sedir dijitiya xwe ki hember parvekirina kursiyên li ser Bingeha tayfî nîşanda û daxuakirin ku ew ti caran beşdariyê di hikûmetekî de nakin li ser wê bingehê bê damezrandin, xwepêşanderên li Bexdayê derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn.

Rûdaw dîmenên destpêka wê derbasbûnê belav dike.

Sedir ji parvekirina kursiyan nerazî ye.

Di konferanseke capemenyê de ku li Bbexdayê hatbû lidarxistin, Muqteda Sedir balkişand ser girgîngya guhertin û çaksazya di nav hikûmeta Iraqê de û tekezî li ser wê yekê kir ku di herdemê de bi gelê welatê xwe re ye.


Muqteda Sedir wiha got: “Bila her kes bizanibe, ez tu carî vê parvekirina kirêt qebûl nakim û ez wek yek jî vî gelî ku daxwaz mafê xwe yê zeftkitî dikin, ez bi xelkê re me û tu carî bi siyasetmedarekî re rûnanêm bê ku bi çaksaziyeke bigehîn û rasteraste rabe.


Her ji vir divê her kes bizanibe ku ez û tevahiya wan kesên bi min re, ku em beşdariyê di ti piroseya siasyî de nakin, ku têde parvekirina partîtî cihê xwe bigire û tevî wê yekê jî ku ev di bin navê Teknokrat de be, lê îrada gel bilinditir û giringtir e.”

Rudaw
Top