• Saturday, 21 February 2026
logo

Pêşmerge dest bi operasyona kontrolkirina Beşîr kir

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Pêşmerge dest bi operasyona kontrolkirina Beşîr kir
Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê ji 3 aliyan êrişî çekdarên DAIŞê kirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Beşîrê Serhed Qadir ji Rûdawê re got, îro danê sibê seat 05.00ê Hêzên Pêşmerge ji 3 dest bi operasyona kontrolkirina gundê Beşîr kirin.

Serhed Qadir diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji aliyên Mezraya Dewle, Til Ehmed û rêya Beşîrê êrişê çekdarên DAIŞê dikin û çekdar bi qenasan şerî dikin.

Qadir herwiha got, enê bombe û mînên ku DAIŞê danînê li pêşketona bilez a Hêzên Pêşmerge dibin astengî.

Gundê Beşîr mezintirîn gundê sînorê Kerkûkê ye û 25 kilometreyan dûrî Kerkûkû ye li aliyê başûr ve. Gundê Beşîr di sala 2014an de ketiye deste DAIŞê û wê heyamê 1800 mal têde hebûn.

Rudaw
Top