• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me daxwaza plana azad kirina Mûsilê kiriye

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Me daxwaza plana azad kirina Mûsilê kiriye
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê dibêje me daxwaza plana Îraqê bo rizgar kirina Mûsilê kiriye.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel rojnameya Washington Post eşkere kir ku Kurd daxwaza plana rizgar kirina Mûsilê ji Îraqiyan kiriye lêbelê hîn jî artêşa Îraqê ti planeke xwe tuneye anjî heye naxwaze me ji vê plana han agehdar bike.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevdîtina han de eşkere kir ku niha rewşa artêşa Îraqê ne di astekî deye ku artêşa Îraqê bikarêbe bi tenê Mûsilê rizgar bike.

Derbarê rewşa wan deverên ser bi Mexmûrê jî yên ku hîn jî di destê terorîstên DIŞIê dene Mesrûr Barzanî gotiye lazime artêşa Îraqê bilez wan deveran jî paqêj bike.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de herwiha dilgiraniya xwe jî ya li hember sistbûna karûbar û amadekariyên rizgarkirina Mûsilê hem di warê leşkerî û him jî di warê siyasî de diyar kiriye.

Top