• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêzek nû ji ciwanên Xurmatû ava dibe

Gulan Media April 29, 2016 Nûçe
Hêzek nû ji ciwanên Xurmatû ava dibe
Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Xurmatûyê ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê bi berdawamî li ser xet û bi wan re di peyvendiyê de ye û bi rewşa Xurmatûyê re peyvendîdere û bi biryara Barzanî ve lîwayek ji ciwanên Xurmatû yê wê bê avakirin.

Berpirsê PDKê yê li Xurmatû Ehmed Şêx Lengerî BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser rewşa Xurmatû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi berdewamî li gel me di peyvendiyê de ye û hewldana rewşa asayîbuna rewşa Xurmatûyê dide.’’

Herwaha gor: ‘’Çend rojên derbasbuyî de, şandekî îdarî û ji partiyê û kesayetên Xurmatûyê serdana Serokê herêma Kurdistanê kirin û hin daxwaz pêşkêş kirin û yek ji wan daxwazan jî pêkanîna hêzekî ji ciwanên Kurd ên Xurmatû yê bu, ku bi armanca parastina navçeyê bê avakirin. ‘’

Lengerî aşkera kir: ‘’Li ser biryara serokê herêmê, lîwayek wê avabibe ji ciwanên Xurmatû û dibin sîwana wezareta Pêşmerge de pêkbê.’’

Rudaw
Top