• Saturday, 21 February 2026
logo

Hewlêr û Enqere têkeliyên xwe berfirehtir dikin

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
Hewlêr û Enqere têkeliyên xwe berfirehtir dikin
Serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, roja pêncşemiyê 28.04, 2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Cewdet Yelmaz wezîrê geşepêdanê yê hikûmeta Tirkiyeyê û şandeya pê re ku ji cîgirê wezîr û hijmareke rawêjkar û pisporên wezaretên cuda pêkatibû kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana şandeya hikûmeta Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê û civînên erênî yên digel cîgirê serokwezîr û berpirsên din yên herêma Kurdistanê diyar kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê xebatên Tirkiyeyê yên ji bona mokimkirina têkeliyên bi herêma Kurdistanê re di warên cuda de û, bi taybetî, xebatên wê yên ji bona derbaskirina wê rewşa dijwara herêma Kurdistan tê derbas dibe, bilind dinirxîne.

Barzanî hêvî xwest ku çend bingehên saxlem ji bo têkeliyên nuha û yên paşerojê yên di navbera Hewlêr û Enqereyê de hebin, bi taybetî, di warê geşepêdana êkonomiya herêma Kurdistanê de ku, nuha hikûmeta herêma Kurdistanê sîstema aboriya xwe di berçavan re derbas dike û stratejîyeke nû amade dike û dest bi piraktîzekirina pilana çaksaziyê kiriye û di vê çarçoveyê de dikare mifa ji tecrûbeya Tirkiyeyê werbigire. Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, ji bona hatina zêdetir şirket, sermayedar û kompaniyên

Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê rê bê xweş kirin.
Serokwezîr, biryara Ehmed Dawudoglu serokwezîrê Tirkiyeyê ya hinartina şandeyeke bala bo herêma Kurdistanê ku danûstanidnan di warê çandinî, tûrîzm, rewşa êkonomî û aborî û geşepêdanan herêma Kurdistanê de bikin, bilind nirxand.

Şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana herêma Kurdistanê diyar kir û silav û hurmetên Ehmed Dawudoglu serokwezîrê Tirkiyeyê bi serokwezîrê Kurdistanê gihandin û destxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, tevî wan hemû kirîzên rastî wê hatine, metirsiya terorîstên DAÎŞê ji ser herêma Kurdistanê dûr kir û pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewandine û xizmetên pêwîst jê re dabîn kirine.

Şandeya mêvan got ku, li gor tewsîyeya serokwezîrê Tirkiyeyê, Tirkiye amadeye hemû alîkariyan pêşkeşî herêma Kurdistanê bike û eşkere kir ku, hebûna nûnerên wezaretên cuda digel şandeyê wê yekê îspat dike ku Tirkiye qîmeteke mezin bi têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re dide û got ku, ew asayîş û xwejiyana xelkê Kurdistanê bi asayîş û xweşjiyana xwe dizane.

Her du aliyan tekîd li ser berfirehkirina wan peymanên di navbera wezareta pilandananê ya herêma Kurdistanê û wezareta geşepêdanê ya hikûmeta Tirkiyeyê de hatine îmzakirin, kir. Şandeya Tirkiyeyê hêvî xwest ku, pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û Îraqê bên çareser kirin û têkeliyên wan yên baş digel Tirkiyeyê berdewam bin.

Top