Lîwaya Hewlêrê ya artêşa Iraqê êrîşekî berfireh ê DAIŞê şikand
Paydarekî bi pileya Raîd li Lîwaya 91 a Hewlêrê firqeya 15ê ya artêşa Iraqê, ku binkeyê wan li bajarê Mexmûrê ye ji BasNewsê re ragehand, saet 12:00 şeva înê 29.04.2016 heta saet 02:30 ber bi sibê çekdarên DAIŞê li sê baskan ve êrîş kirin ser gundê Xerberdan a li sînorê Mexmûrê.
Li gel berevaniya fewcên 1,2, û 3 yên Lîwaya 91 balefirên şer ên hêzên hevpeymanan çekdarên DAIŞê bombebaran kirin û êrîşên wan ên berfireh şikandin.
Ew paydarê artêşa Iraqê ragehand; ‘’Termê zêdetirî 50 çekdarên DAIŞê li herêma şer de mane.’’
Basnews
