Erdogan zimanê Kurdî qedexe dike û alîkariya 70 zanko dike jibo fêrbûna zimanê Tirkî
Erdogan di kongireyekî rojnamevanî de ligel Serokwêzîrê Okranya behsa girîngiya zimanê Tirkî kir, bi nerîna wî Tirkiyê di riya pirojeya Tirkolojî dixwazin ku zimanê Tirkî bighînin hemû cîhanê, herwiha behsa wê yekê jî kirk u niha 500 xwendevanên biyanî li tirkiyê fêrî zimanê Tirkî dibin, herwiha Hikûmeta Tirkiyê alîkariya 70 zankoyî li 38 welatên cîhanê dike jibo ku zimanê Tirkî li wan were xwendin û girîngiyê bi zimanê Tirkî bidin.
Erdogan di geştaxwe de beşdarî vekirina Navenda Keltûrê Tikriyê- Yûnis Êmre li Kirwatya bû û gotarek pêşkêş kir, têde amaje bi wê yekê kirk u di zimanê Krwatî û Tirkî de 2 hezar gotinên hevbeş hene, lewma heger hemwelatiyekî Krwatî bixwaze fêrî zimanê Tirkî bibe wê gelekî bi hesanî fêrbibe herwiha hemwelatiyên Tikriyê.
Gotinên Recep Tayyip Erdogan di demekê de tên ku heta niha li Tirkiyê xwendin bi zimanê Kurdî qedexeye tevî ku li Tirkiyê herî kêm 15 milyon Kurd dijîn.
Basnews
