• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Kanada kir

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Kanada kir
Roja pênçşem 28.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Jonathan Vance Serok Erkanê Artêşa Kanada û şandekî li gel kir ku ji hejmarek fermande û şêwirmendên serbazî yê artêşa Kanadayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Erkanê Artêşa Kanada hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana Kurdistanê bi şerefekî mezin da zanîn û ji bilî dûpatkirina pabendbûn û piştevaniya welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê ragihand ku bi paşaroja peywendî û karê hevbeş û hemahengiya her dû aliyan de gelek geşbîne. Pêzanînên xwe jî ji bo azayetî û qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan de hebû û eve jî xisterû ku şanaziyê bi wê yekê dike ku zarok û gedeyên welatê wî mil bi milê Pêşmerge li şikandina terorîstan de berdewamin. Her wiha Serok Erkanê Artêşa Kanada Serok Barzanî ji hengav û planên welatê xwe ya berdewambûna li hevpeymaniya dijî Da'îş agahdar kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi gel û Hikûmeta Kanada gihand ku li şerê terorê de piştevanê xelkê Kurdistanê bûne û li rojên dijwar yên koçberiyê da jî xelkê Kurdistanê himbêz kirine. Pesnê hemahengî û rola tîmên serbaziyên Kanada yên li hevkarîkirina Pêşmerge kir û serxweşiyê li Serok Erkanê Artêşa Kanada kir ku sala derbasbûyî serbazên wan li şerê terorîstan da qurbaniyê dane.

Her li vê hevdîtinê de behsa sedemên tundrewî û hereşeyên terorê ya li asta cîhanê kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku teror hereşeyekî cîhanî ya giştgîre û cografya nas nake û rûbirûbûna wê jî hewlekî hemû aliyên navdewletî pêwîste û divê hem li ruyê serbazî û hem jî li ruyê siyasî û aborî û civakî û fikrî da jî şerê terorîstan bê kirin.

Top