Operasyona Mûsilê: 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Roja çarşemî 27ê Nîsanê hêzên Iraqê li navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonên kirin.
Di vê operasyonên de hêzên Iraqê êrişî gundê Mehane yê li başûrê Mexmûrê kirin.
Fermandeyiya Operasyona Rizgarkirina Mûsilê di daxuyaniyekê de raginand, di saet 06:00ê serê sibehî de operasyona gundê Mehane dest pê kir û saet 12:00ê nîvro gund bi timamî ji aliyê hêzên Iraqê ve hat kontrolkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di şer û pevçûnên girtina gundê Mehane de 200 çekdarên DAIşê hatin kuştin ku cenazeyên wan di qadên şer de mane.
Hat ragihandin, ku 4 otomobîl jî hatin teqandin, herwiha 4 roketavêj ku li gundên Hacî Elî, Kibrok ên li nêzîkî gundê Mehane hatibûn danîn, ligel 7 yekîneyên hawinê ku hewla alîakrîkirina çekdarên ADIŞê didan, hatin têkbirin.
Gundê Mehane dikeve başûrê navçeya Mexmûrê û li nêzîkî bajarokê Geyare ye. Mehane wek gundekî stratejîk tê dîtin.
Li gor daxuyaniyê, DAIŞê li gundê Mehane hêzeke taybet ligel çend xwekujan bicih kiribû.
Rudaw
