• Saturday, 21 February 2026
logo

Demîrtaş: AKP amade be, KCK jî amade ye

Gulan Media April 27, 2016 Nûçe
Demîrtaş: AKP amade be, KCK jî amade ye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ragihand ku eger AK Partî aştî, çareserî, agirbest û gotûbêja ser maseyê qebûl bike KCKê jî bi daxuyaniyên xwe gotiye ku ji vê yekê re amade ye.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş, di hevpeyvîneke taybet de balê dikşîne ser pirsa rakirina parêzbendiyê, roketên ku li Kilîsê dikevin û daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

Demîrtaş wiha dibêje: "Êdî rêya diçe aştiyê diyar e. Divê AKP bê rawestandin. Pêwist e herî kêm AKP ji bo aştiyê were neçarkirin."

Derbarê rakirina parêzbendiyê de Demîrtaş, careke din tekez kir ku ew dê li ber xwe bidin û wiha axifî: "Ev yek wiha bi asanî nabe. AKP wê fatureya vê ya siyasî û bedela wê bide. Ji ber evna êrîşa ser îradeya gel e. Ev yek ji wan pêngavên jinavbirinê ye ku parlamento dixe xizmeta faşîzim û serokatiyê."

Li ser mijara şer û pevçûnên ku niha li Bakurê Kurdistanê diqewimin, Demîrtaş got: "Eger AKP aştî, çareserî, agirbest û gotûbêja ser maseyê qebûl bike KCKê jî bi daxuyaniyên xwe gotiye ku ji vê yekê re amade ye. Rêya diçe aştiyê diyar e û divê AKP bê rawestandin. Eger na dê AKP bikeve. Yanî bi her rêyekê be welat ji AKPê xilas dibe û bi vî awayî pêşiya çareseriyê vedibe, tu rêyeke din nabînim."

Derbarê êrişên ser Kilîsê de jî, Demîrtaş helwêsta hikûmetê rexne dike û dibêje: "PYDê ji Sûriyê, ji Rojava yek kevir jî neavêtiye Tirkiyê, lê wek rêxistina terorê hat îlankirin. Lê DAIŞ bi salane dijî Tirkiye û gel komkujiyan dike. Niha roketan diavêje Kilîs û Hatayê. Mirov dimirin, lê dengê wan dernakeve. Wate li beramberî DAIŞê tiştekî ecêb lawaz in."

Top