Civata nuneran 4 berbijêrên hikûmeta teknokrat pesend kir
Perlemantara Kurd Necîba Necîb bo War got: civata nûnerên Îraqê bi serokayetîya Selîm Ciborî û bi berhevbûna 176 perlemantaran kombû û ji ber wan alozîyên perlemantarên mangirtî xistine di rêya rûniştinê da, rûniştina civata nûneran bo hola mezina perlemanî hat veguhestin, paşê Ebadî navên çar berbijarên hikûmeta teknokrat xiste hemberî perlemanî û her çar hatine pesend kirin.
Got jî: perlemantaran berbijarên nû bo wezaretên perwerde, saxlemî, jêderên avê û karubarên civakî destnîşankirin û roja şembîyê dê deng li ser berbijarên wezaretên din bê dan.
War.tv
