• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêzên kurd çavnetirs in

Gulan Media April 27, 2016 Nûçe
Hêzên kurd çavnetirs in
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby li Washingtonê derbarê şandina wan 250 efserên taybet ên artêşa Amrîkayê bo Sûriyê de ragehand ku, ew hêz tenê dê rola wan, alîkarîkirina wan hêzên miyanrew be, yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, ji nava wan hêzên miyamrew jî, hêzên kurdî ne.

Amerîkayê duh ragehand ku bi armanca şerê li dijî DAIŞ’ê Barak Obama dê 250 leşkerî bişîne Sûriyê, ku hejmara hêza wê ya taybet li wê deverê bigehe 300 leşkerî.

Her wiha Kirby amaje bi wê yekê kir ku ew hêz beşdarî şer û operasyonan nabin. Got ku hêzên kurdî şervanên çavnetirs in û bi azadane rûbirû DAIŞ’ê dibin.

Basnews
Top