Mesrûr Barzanî: Divê xeletiyên berê dubare nebin!
Di hevdîtinê de pêşveçûnên ewlehî û leşkerî yên dawiyê û çawanî ya hevahengîyê ya di navbera saziyên leşkerî û asayîşî yê Herêm û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.
Di wê hevdîtinê de balkêşandin ser mijara rizgarkirina Mûsilê û wezîrê berevaniya Îraqê operasyona rizgarkirina Şengalê wek serkeftinekî mezin pênase kir û diyar kir wê bandoreka mezin hebe li ser rizgarkirina Mûsilê.
Her girêdayê vê mijarê rawêjkarê Civata Asayîşa Herêm a Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir û diyar kir, Herêm tenê li gel hêzên fermî û destûrî yên Îraqê danûstandinê pêktîne.
Li ser beşdariya Pêşmerge ya di operasyona Mûsilê jî, Rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir, Pêşmerge hêzeke bi bandore li ser tîroristan, lewma wê heybeta Pêşmerge wê alîkar be bo ji navbirina tîroristan li her deverekê ku pêdivî be. Herwaha Mesrûr Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê jî bo me giringe û divê berî rizgarkirinê bê ronîkirin û rêkkeftin hebe ku Pêşmerge li çi dever û xetê dê cih digre û çawa reveberî ya Hevseng bo vê parêzgahê tê danan bi awayek ku şaşî yên berê li beranber pêkhate yên cûda yên parêzgehê dûbare nebe.
Di dîdarê de wezîr ê berevanî ya Îraqê şîyan û qehermanî ya Pêşmerge bilind nirxand û amaje bi wê yekê da ku alîkariya Bexdayê bo Pêşmerge ne di asta pêwîst de bûye û hêvî xwast asteng ên sîyasî yên pêşiya alîkariya Pêşmerge bên rakirin.
Basnews
