Şêrawa ya Efrînê tê topbarankirin
Îro çekdarên Dijbereya Sûriyê devera Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê topbaran kirin. Çekdarên komên Nûredîn Zengî, Ehrar El-Şam, Eniya El-Nusra û hin komên din ên Dijbereya Sûriyê devera Şêrawa û bi taybet gundê Basûfanê bi giranî dane ber topan.
Topbarana wan deverên ji aaliyê wan komên Dijbereyê ve ji şevê din 25ê Nîsanê ve dest pê kiriye.
Derbarê zirarên îhtîmalî yên êrişan de heya niha ti zanyarî nehatine zanîn.
Rudaw
