• Saturday, 21 February 2026
logo

Heşdî Şeibî dixwaze Pêşmerge li Xurmatû derbikeve

Gulan Media April 26, 2016 Nûçe
Heşdî Şeibî dixwaze Pêşmerge li Xurmatû derbikeve
Piştî sê roj li şer û pevçûnên Xurmatû, Heşdî Şeibî daxwaz dike, hêzên Pêşmerge li bajarokê Xurmatû û navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê derbikevê.

Heşdî Şeibî bi beyanameyekî ragehand, ew xwîna kuştiyên xwe bîrnakin û pêwîste Pêşmerge herêmê bihêle û hikûmeta navendî jî di vê derbarê de bê deng be. Herwaha tê gotin ‘’Hatina Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û rê nadin ku Pêşmerge bimîne.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, dûh êvarî 25.04.2016 Heşdî Şeibî hejmarekî zêde çekdarên xwe li başûrê Iraqê bo navçeyên Amirlî û derdora Xurmatû anîne ku helgirê çekên giran in.

Herwah li gor zanyariyên bi dest ketine, di wan sê rojên derbasbuyî de zêdetirî 40 çekdarên Heşdî Şeibî li Xurmatû hatine kuştin û bi dehan jî birîndarên wan hene.

Basnews
Top