Li Xurmatû kirîz didome
Peyamnerê Rûdawê li Xurmatû da xuyakirin ku Heşda Şeibî dixwaze termên kuştiyên xwe bibe derveyî bajar lê ji ber hebûna bazgehan nikarin ji bajar derkevin.
Herwiha êvara derbasbûyî şerekî giran di navbera Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî de derket û şehîdek û 17 birîndar ji pêşmerge û sivîlan li pey xwe anîn.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku ji birîndaran 10 pêşmerge ne û 7 jî sivîl in, 8 pêşmergeyên birîndar derbasî sînorê Kerkûkê kirin û 4 pêşmergeyên ku birînên wan giran bûn, ji bo nexweşxaneya fêrkarî ya Kerkûkê hatin şandin.
Peyamêrê me da zanîn ku hinek pêşmergeyên din jî ku birînên wan giran in, ji Xurmatû ber bi Silêmanî û Kelarê ve hatine şandin.
Li gorî zaniyariyên Rûdawê niha pirsgirêka av û elektirîkê li wî bajarî derketiye ji ber ku yek ji bîrên avê di destê Heşda Şebî de ye û bîra din jî karmendên wê dewamê nakin.
Rudaw
