• Saturday, 21 February 2026
logo

Şîretkarekê Barzanî: welatên Nato piştewanîya dewleta Kurdî dikin

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Şîretkarekê Barzanî: welatên Nato piştewanîya dewleta Kurdî dikin
Şîretkarekê serokê herêma Kurdistanê ragîhand; welatên Natoyê bi hemû şîyanên xwe piştevanîyê li avabuna dewleta Kurdî dikin û Tirkîyê jî dê dewleta Kurdî qebûl bike.

Mihemed Salih Cume, şîretkarê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dîyar kir, Îsraîl û Rûsya piştevanê demezradina dewleta Kurdî ne, dîsan welatên Natoyê jî, bi hemû şîyanên xwe piştevanîyê li dirustibûna dewleta Kurdî dikin û serkirdayetîya Kurdî jî, çi gavan bê piştevanîya navdewletî ne avêt.

Derbarê helwîstê Tirkîyê wî şîretkarê serokê herêmê got: dirustbûna dewleta Kurdî di berjewendîya Tirkîyê daye û her dema dewleta kurdî bê ragîhandin, Tirkîyê dê qebûl bike û danpêdanê pê bike.

Xuya jî kir, divî demî da, Amerîka 100 ji sedê digel xwestên gelê Kurde, lewma serkirdayetîya Kurdî, dê referandoma cudabûnê bike.

War.tv
Top