Kurdekî ji Efrînê bi sedan Ermenî ji dest Osmaniyan rizgar kirin
Cemîl Bahîre paşayekî Kurd bû di Osmaniyan de, hejmareke mezin ji Ermeniyan ji komkujiyê wê demê rizgar kiribûn, di heman demê de ew fermandarekî Artêşa Osmanî bû.
Lêkolîneke berfireh ji aliyê lêkolîner û akademisyenên Ermen ve li ser jiyan û helwesta vî paşayê Kurd hatiye amadekirin.
Cemîla Bahîre xelkê bajarokê Raco yê girêdayî Efrînê bûye, û niha li Ermensitanê wek wefadriyekê ji wî paşayê Kurd re, fîlmek di derbarê jiyana wî de tê amadekirin.
Di navbera salên 194-1915an de Împeratoriya Osmanî dest bi qirkirina gelê Ermen li wî welatî kir û li gor zanyariyan di komkujiya ermeniyan de zêdetirî 1,5 milyon Ermenî ji aliyê leşkerên osmanî ve hatin kuştin.
Rudaw
