Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Awusturya yê li Iraq û Urdinê kir
Li hevdîtinê da Balyozê nû yê welatê Awusturya yê li Iraq û Urdinê ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku silavên gel û Hikûmeta Awusturya ji bo gelê Kurdistanê û Serok Barzanî aniye û hatiye bo ku kar ji bo kûrtirkirina peywendiyan bike û bizanê ku çawa welatê wan dikare zêdetir hevkariya gelê Kurdistanê bike. Her wiha eve jî ji bo Serok Barzanî xisterû ku gelê Awusturya sozekî zêde ji bo gelê Kurdistanê heye û li beranber tehdidan da agahdarî cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê ne. Pêzanînên xwe jî ji bo mîhvandarî û dilfirehiya gelê Kurdistanê hebû ku bûne penageha sedan hezar koçber û lêqewimiyan.
Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Awusturya li Iraq û Urdinê xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên Kurdistan û Awusturya pesnê gelê Awusturyayê kir ku dost û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêşwaziyê jî li kûrtirbûna peywendiyên di navbera her dû aliyan de kir. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa şerê Da'îş û wan tehdîdan kir ku rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne. Di derbarê şerê Da'îş û terorê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku şerê Da'îş pêwîstî bi hemahengî û hevkariyeke ciddî ya civaka navdewletî heye û şikestdana Da'îş jî tenê ne bi rêya serbazî belku pêwîste li rûyê fikrî û aborî û siyasî ve jî Da'îş û teror bê têkşikandin.
Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên azadkirina Musil û peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêr û paşaroja gelê Kurdistanê kirin û di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya li Tirkiye û Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
