• Saturday, 21 February 2026
logo

Herdû ali gehiştine wê bawerîyê, bi tenê nekarin çi bikin

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Herdû ali gehiştine wê bawerîyê, bi tenê nekarin çi bikin
Piştî ku perleman a Îraqê bûye dû pişk, rewş a sîyasî ya Îraqê zêdetir alozî bû, heya niha aso ya pêkhînan hikumet a nû dîyar nîne, rêveber ê Navend a Îraqî bo werar Mêdyayî, dibêje: Herdû alî gehiştine wê bawerrîyê ku bi tenê çi bi wan nahê kirin.

Di hevpeyvînek a taybet bo Kurdistan24, Ednan Serc, rêvebr ê Navnd a Îraqî bo werar a mêdyayî, li ser rewş a Îraqê ragehand: Evro li Cîhanê dem a firaksyûn rêk nakevin, daxwaz a navbijîyê dikin ji Netewe yên Hevgirtî, lê endam ên Civat a Nwêner ên Îraqê, heya niha berdewamin li danûstandinan.

Got jî: bi nerîn a min ev hefîtî baştir bû ji heftî ya bûrî, herdû alî gehiştin e ewê bawerîyê ku bi tenê çi bi wan nahê kirin, lew bi nerîn a min li ser danîştin a roj a Sêşembîyê rêkkevtine û hevwelatî, mangirtîy û xwepîşandan bo wê rojê hilgirtine, ankû fişarek a Mezin heye bo encamdan a danîştin a perlemanê.

Haşim Hebûb, vekoler sîyasî, bi Kurdistan24 re got: Pêngav ên evê dayê ya Civat a Nwêneran, ez gelek bi saxlem dibînim, hebûn a opizisyûnek azêdetir ji 100 endaman, weha dike ji niha û paşve, berpirs hest bi hinek xwe bigirin ji encamdan a gendelîyê. Çunku ji tirs a jêpirsînê dest bo her tişt naben. Berê ev nebû, her endamekî di çarçove ya firaksyûn a xwe de ecinda yên xwe bicih dihînan.

Ev di demekê de ye, bi eger a nakokîyan heftî ya bûrî, perleman a Îraqê, neşya kombûn a xwe encam bide û biryare subehî, Sêşembîyê kom bibe.

Rudaw
Top