Wezîrekî Yekgirtû: Divê hebûnê Heşdî Şeibî li navçeyên Kurdistanê nemînê
Li gor bangawazekî ku wêneyekî geheştiye dest BasNewsê Serokê desteya giştî ya navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê Nesredîn Sindî ragehand, êrîşên çekdarên milîsên Heşdî Şeibî yên dijî hemwelatiyên Kurd buye emrî waqî û ew rêkevtinên li du hev çêdibin jî tu sûdekî xwe tuneye.
Nesredîn Sindî, li ser lîsteya Yekgirtûyên Îslamî bi payeya wezîr serokatiyê vê desteyê dike, diyar kir, hebûna milîsên Heşdî Şeibî li navçeyên Kurdistanê, pêwîstiya xwe bi rê çareyekî yek alî kirinê heye û nabe her carê hemwelatiyan û Pêşmergeyên qehreman şehîd bikin û radigehîn, Pêwîste êdî sînorek bo aloziyên li Xurmatû bê dîtin.
Serokê desteya giştî ya navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, di bangevaziyekê de amaje bi vê jî kir, her rêkevtinek, pêwîste garantiya ango misogeriya derketina derve ya çekdarên Heşdî Şeibî bike. Ji ber ku hebûna wan çekdarane piştî rêkevtinê jî dibe sedema serî rakirina pirsgirêkan.
Basnews
