Hêzeke mezin ya Pêşmerge li Xurmatû bicih bûye
Ew hêza pêşmerge hêzeke taybete ku ser bi yekîneeya 70 ye li jêr fermandariya Şêx Cefer e, li nav kolaên Xuramtû hatiye bicihkirin.
Nûçegihanê Rûdaw ragihand ku li nav bajarokê Xurmatû û bi taybetî li taxên Kurdan, çekdarên Heşda Şebî nayên dîtin, bi tenê ew niha li nav baregehên xwe de ne, û li taxa Turkmanan mala welatiyekî Kurd ji aliyê kesên nenaskirî ve hatiye şewtandin.
Herwiha ragihand ku rêya navbera Kerkûk û bexdayê ku hatibû girtin, heya niha nehatiye vekirin, duh bi şev jî Heşda Şebî ji Tikrîtê hêzeke mezin ber bi Xuramtû ve şand, lê li ser rê, ew hêz kete kemîneke çekdarên DAIŞê di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan hebûn û beşek yekser vegeriya Tikrîtê, beşê din jî ji wê hêzê niha li wê devera navbara DAIŞ û Pêşmerge de maye.
Li Xurmatuyê ji şeva 23ê Nîsanê şer di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe de derket. Di encama pevçûnan de 5 efserên pêşmerge şehîd bûn û efserek û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Herwiha di pevçûnan de 2 hêzên Asayişa Xurmatu jî birîndar bûn.
Ji ber şer û pevçûnan welatiyên sivîl jî bûne qurbanî û di encama de 2 welatî şehîd bûn û 21 welatiyên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên Rûdawê, di pevçûnan de herwiha 12 milîsên Heşda Şeibî jî hatine kuştine û bi dehan birîndaran wan jî hene.
Navçeya Xurmatu girêdayî parêzeha Selahedînê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê bajarê Tikrîtê ve dûr e. Xurmatu dikeve sînorê madeya 140 a destûra Iraqê û hejmara akinciyên wê bi navenda bajêr û gundên derdora wê re zêdetirî 220 hezar kes dibe.
Kurd %60, Ereb %15 û Turkmen jî %25ê akinciyên Xurmatuyê pêk tînin
Rudaw
