Bextîyar Şaweyîs: Me hemûyan hest bi metirsî yên Heşd a Şeibî dikir
Di hevpeyvînek a taybet bi Kurdistan24, Bextîyar Şaweyîs, perlemantar ê Îraqê ji firaksyûn a YNKyê ragehand: Eger a şerrr li Xurmatû zêdetir li ser yek alîkirin û saxvekirin a deverê ye , erî ev dever Kurdistanîye yan deverek a derveyê Kurdistanê ye? Em hemû dizanîn Xurmatû heya digehe çîya yê Hemrînê, Xîç a sore bo hemû sîyasî, rewşenbîr û kirtiîka ku kurd be, lê piûtî hatin a Daişê duristbûn a evan girûpan di çarçove ya Heşd a Şeibî de, yek ji zeng ên metirsîdar bû û me hemûyan hest pê dikir. Me di kombûn ên xwe de li gel serkirde yên xwe jî de ev peyam gehandîye.
Got jî: Bi bawerî ya min Daiş girûpek ademkî ye, herçend bi hêz be û şîya be ku gelelk ji dever ên Îraqê dagîr bike, lê me tiştek demkî zanîye, çunku Daiş ji derve yê Îraqê durist bûye û têkele ji netewe yên cûda, lê ew a arîşe ye, Heşd a Şeibî ye, ku ji Ereb ên Îraqê û pêkhate yên wê Îraqîne, kirok a metirsî ya wê jî li wan deverane ku ji wê re dibêjin( dever ên arîşe li ser) û madde ya 140 divegire. Lew ew a niha rû dide li ba me dihat çaverêkirin. Eger ev arîşe nehê çareserkirin agirbest jî bihê kirin carek a din şerr dê destpê bikeve.
Herweha got: Divê ev arîşe li Xurmatû bi dawî bihê, vêcar bi madde ya 140 û dîrokê be yan jî bi rîfrandomê be. bi xwe hildanê ev nahê qibûlkirin, nemaze fermandar ên serbazî yên ewê deverê weha dibînin ku ev pirs bihê yekalîkirin. Em wek Kurd heya çê be, me divê bi danûstandinan ew bi êwilîn(qenaetê bihînin). Ew a di vî şerr ê dawîyê de çê bû, bi nerîn a min pêngavek a baş bû bo Kurd. Çunku di şerr ê berê de heya radeyekê , heşda Şeibî kar ên berberînî encam dan, bi awayek a ne rewa û neheq, pizîşkekê Kurd li ber çav ên xelkê şehîdkirin. Li ser biryar serkirdatî ya Kurd û xelkê deverê, Pêşmerge xwe girt, lê bi bersiv a evê car ya pêşmerge û xelkê, hêvîdarim Heşda Şeibî hoşê vegerîne ser ê xwe.
K24
