• Saturday, 21 February 2026
logo

Bendên rêkevtina Necmedîn Kerîm û Hadî Amrî aşkera bun

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Bendên rêkevtina Necmedîn Kerîm û Hadî Amrî aşkera bun
Piştî şerê li bajarê Xurmatû yê di navbera milîsên Heşdî Şeibî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, parêzgehê Kerkûkê û fermandarê Heşdî Şeibî li ser çend xalan rêkevtin.

Endamê Encûmena parêzgeha Selahadînê Mehdî Teqî ji Sumernewsê re ragehand, civîna di navbera Emîrê giştî yê rêxistina Bedir a yek ji milîsên Heşdî Şeibî Hadî Amrî, ku bi nûneriya Serokomar û Serokwezîrê Iraqê geheştibû Xurmatû û parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, bi amadebuna hejmarek fermandar û rêveberên YNKê de pêkhat.

Mehdî Teqî bendên rêkevtinê aşkera kir û ragehand, rêkevtin bi destpêşxeriya Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û Serokwezîr Heyder Ebadî ve pêkhatiye û li çend rojên pêşde wê rêkevtin bê bi cîh kirin.

Herwek ew endamê encûmena parêzgeha Selahadînê diyar kiriye, bajarê Xurmatû ser bi parêzgeha Selahadînê ye û radigehîne, xala herî giring ya rêkevtinê derketina hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî ye li Xurmatû û xalên rêkevtina berê tê xirapkirin û rêkevtina nû wê bikeve meriyetê.

Di xalekî din ê rêkevtinê de, lijneyek bo serpereştî kirina xalên rêkevtinê bi serokatiya Hadî Amrî de wê bê pêkanîn. Herwaha ‘’Ewên ku di şer de hatine kuştin wê wek şehîd bên tomar kirin û xalên rawestgehan ên dervey bajêr di navbera hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de wê bêne dabeşkirin.’’

Basnews
Top