• Saturday, 21 February 2026
logo

Milîsên Şîe 7 dîlên Kurd berdan

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Milîsên Şîe 7 dîlên Kurd berdan
Milîsên Şîe 7 ajovanên Kurd ku di şer û aloziyên li Xurmatuyê de dîl girtibûn, îro berdan.

Qayimeqamê navçeya Xurmatuyê Şelal Ebdul di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Her 7 ajovanên Kurd ên ku li ser rêya Bexdayê ve hatibûn revandin, îro hatin berdan û gihîştin cem kesûkarên xwe.”

Şelal Ebdul got: “Bi hewlên berdewam, me karî wan 7 ajovanên Kurd azad bikin û vegerînin nav malbatên wan.”

Derbarê rewşa Xurmatuyê de jî Ebdul da xuyakirin: “Rewşa Xurmatuyê niha heya qederekê aram e. Dengê guleyan her tê bihîstin lê belê rewş bi awayekê giştî aram bûye.”

Ev 7 ajovên Kurd roja yekşemî 24ê Nîsanê li ser rêya Amirlî-Silêmanbeg a ber bi Bexdayê ve ji aliyê milîsên Şîe yên Heşda Şeibî ve hatibûn revandin.

Li Xurmatuyê ji şeva 23ê Nîsanê ve şer di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe de derket. Di encama şerê ku heya îro nîvro berdewam bû, 5 efserên pêşmerge şehîd bûn û efserek û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Herwiha di pevçûnan de 2 hêzên Asayişa Xurmatu jî birîndar bûn.

Ji ber şer û pevçûnan welatiyên sivîl jî bûne qurbanî û di encama şerê ji duh şev heya îro nîvro de 2 welatî şehîd bûn û 21 welatiyên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di pevçûnan de herwiha 12 milîsên Heşda Şeibî jî hatine kuştine û bi dehan birîndaran wan jî hene.

Navçeya Xurmatu girêdayî parêzeha Selahedînê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê bajarê Tikrîtê ve dûr e. Xurmatu dikeve sînorê madeya 140 a destûra Iraqê û hejmara akinciyên wê bi navenda bajêr û gundên derdora wê re zêdetirî 220 hezar kes dibe.

Kurd %60, Ereb %15 û Turkmen jî %25ê akinciyên Xurmatuyê pêk tînin

Rudaw
Top