• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Lubnanê kurdek bû namzedê şaredariya Beyrûtê

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Li Lubnanê kurdek bû namzedê şaredariya Beyrûtê
Serokê Tevgera Pêşeroja Lubnanê Seid Herîrî di nav lîsteyekê de ku bo namzedên Şaredariya Beyrûtê ragihandiye, kurdek jî kiriye namzed.

Serokê Tevgera Pêşeroja Lubnanê Seid Herîrî ku kurê Serokwezîrê terorkirî yê Lubnanê Refîq Herîrî ye, lîstek ji navê 24 namzedan bo hilbijartinên Şaredariya paytextê wî welatî bajarê Beyrûtê amade kiriye.

Lîsteya ku Tevgera Pêşeroja Lubnanê ragihandiye, ji aliyê Cemal Îtanî ve tê serokatîkirin û bo yekemîn car li Lubnanê navê kurdekî jî di nav namzedên wê lîstê bo hilbijartinên Şaredariya Beyrûtê de heye.

Tekane namzedê Kurd ê lîstê navê wî Ednan Emîrat e. Seid Herîrî piştî civîna ligel Ednan Emîrat amaje bi wê yekê kiriye ku Kurd beşekî giring ê pêkhateya civaka Lubnanê û Beyrûtê ne û he rji ber wê yekî li cem wan giring e ku nûnerên hemû pêkhateyan beşdar bin û nûnerê wan di hilbijartinên dahatî de hebe.

Hevdem şandek ji kesatiyên Kurd ên Lubnanê serdana Herîrî kirine û jê re ragihandine: “Her wek çawan ku hûn di demên nexweşiyan de pişta me bûn em jî dê berdewam bin li ser piştgîrîkirina we.”

Derbarê wê pêşhata nû de Serokê Partiya Întîma ya Kurd Mihemed Emîrat dibêje: “Diyarkirina kesekî Kurd di lîsta Tevgera Pêşeroja Lubnanê de bersivdana daxwazên dîrokî û kevn ên Kurdên Lubnanê ye.”

Rudaw
Top