• Saturday, 21 February 2026
logo

Piştî agirbesta Xurmatûyê welatiyek şehîd bû

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Piştî agirbesta Xurmatûyê welatiyek şehîd bû
Piştî ragihandina agirbestê li bajarokê Xurmatûyê ya ser bi Parêzgeha Kerkûkê ve, welatiyek ji aliyê mîlîşyatên Heşda Şeibî ve şehîd bû.

Peyamnêrê K24ê li Xurmatûyê ragihand ku, piştî ragihandina agirbestê li Xurmatûyê, welatiyek bi guleyên çekdarên Heşda Şeibî canê xwe jidest da.

Herwiha berî vê yekê jî û piştî ragihandina agirbestê 2 welatiyên din bi guleyên çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûn.

Ji şeva borî ve, çekdarên Heşda Şeibî li Xurmatûyê êrîşî li ser baregehên hêzên Kurdî kirin, îro jî li danê sibê şer di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî li Xurmatûyê dest pêkir.

Herwiha îro danê êvarê, Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amerî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm agirbestek ragihandin. Lê piştî ragihandina agirbestê, Peyamnêrê K24ê ragihand ku, hîn jî dengê teqeyan ji nava Xurmatûyê tê bihîstin.

K24
Top