• Saturday, 21 February 2026
logo

Tuzxormato. Fermandarek û Pêşmergeyek şehîd bû

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Tuzxormato. Fermandarek û Pêşmergeyek şehîd bû
Li navçeya Dûzxurmatu ya Selahedînê di navbera milîsên şîe yên Heşdî Şeibî û Hêzên Pêşmerge de pavçûn derket û di encamê de fermandeyekê pêşmerge şehîd bû.

Li gor agahiyan ji duh şev û heya niha navbera milîsên Heşdî Şeibî û Hêzên Pêşmerge de şerî dest pê kiriye û şer derbasî kolanan jî bûye.

Di encama pevçûnê de pişmergeyek û fermandarên Pêşmerge li wê deverên şehîd bû.

Herwiha çend milîsên Heşdî Şeibî hatine kuştin ş hejmareke din jî birîndar bûne.

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, milîsên Heşdî Şeibî bo Xurmatû hatine şandin û ji dema hatina wan û heya niha bi awayekî berdewam pirsgirêk çêbûne û çend caran di navbera wan û Pêşmerge de şer derketiye.
Top