• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Til Temir bi zora çekan Asayişa PYDê nivîsgehên PDKSê û Yekîtî daxistin

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Li Til Temir bi zora çekan Asayişa PYDê nivîsgehên PDKSê û Yekîtî daxistin
Asayişa Rojava ku wek Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê nasîn bi zora çekan nivîsgehên herdu Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDKS) û PArtiya Yekîtiya Kurd bi zora çekan li bajarê Til Temir li Kurdistana Rojava daxistin.

Çavkaniyek agahdar ji her du partiyan ji BasNews re ragehand ku, Hêzêekê ji Asayişa PYDê seet 18.00 bi zora çekan nivîsgehên me daxistin.”

Hêza Asayiş sedema vê kiryarê nedan diyar kirin bi tenê gotin; ew biryara serkirdayetia xwe pêktînin.

Berî nihajî hejmarek mezin ji liq û nivîsgehên partiyên Kurdî bi fermana Asayişa PYDê hatine girtin, ew patrî jîpartiyên endamin di encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne.

Herwiha hejmarek serkirdeyên wan partiyan rastî pirsgirêk û aloziyabûne bi deselata PYDê re û gelek ji wan hatine zindanî kirin û hin jî heta niha di zindanê de ne wek Serkirdeyê binav deng yê PKDSê Abdulrehman Apo li bajarê Efrînê.

Basnews
Top