• Saturday, 21 February 2026
logo

Şerr di navber a Pêşmerge û Heşd a Şeibî li Xurmatû destpêkir

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Şerr di navber a Pêşmerge û Heşd a Şeibî li Xurmatû destpêkir
Piştî şev a bûrî çedar ên Heşd a Şebi hêriş kirin ser hêz ên Kurdî li Xurmatû, sipêde ya evro şerr di navber a hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî dest pêkir.

Nûçegihan ê Kurdistan24 li Xurmatû, ragehand: Şev a bûrî, çekdar ên Heşd a Şeibî hêriş kirin ser baregeh ên hêz ên Kurdî li Xurmatû, sipêde ya evro, şerr û pêkdadan di navber a hêz ên Pêşmerge û Heşd a Şeibî li Xurmatû dest pêkir.

Nûçegihan ê me li Xurmatû, got jî: Heşd a Şeibî, hijmarek a mezin ên çekdaran ji dever ê kom kirîyebi merem a hêziş a ser Pêşmerge, niha şerr berdewame û çek ên giran jî di şerr de dihên bikarhînan.

Amje bi wê yekê jî kir ku Heşd a Şeibî çsekdarên xwe li derdor ê Sayîlo ya Xurmatû cêgîir kirîne, berê jî Heşd a Şeibî, daxwaz kiribû ku divê Sayloyê radestî çekdar ên wan bihêkirin., lê hêz a Pêşmerge red kirîye ku Sayîlo yan her cihek e din radestî wan bihê kirin û bo wan bihê çolkirin. Saylo ya Xurmatû yeke ji cih ên sitratîcî ji alîyê serbazî ve.

Yek ji kes ên dîter ên rewş a Xuramtû beshsê eger a destpêkirin a şerr kir û bi Kurdistan24 ragehand û got: Şev a bûrî çend çend çekdar ên Heşd a Şeibî li Xurmatû teqekirin li mal a kadirekê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kuridstanê, dûv re jî teqe kirin li baregeh ên hêz ên Kurdî, dûv re jî hêz a Pêşmerge bersiv a wan dan.

K24
Top