• Saturday, 21 February 2026
logo

Piştî Bakur, hêzên siyasiyên Kurdistana Rojava daxwaza despêxeriyekê li Barzanî dikin

Gulan Media April 23, 2016 Nûçe
Piştî Bakur, hêzên siyasiyên Kurdistana Rojava daxwaza despêxeriyekê li Barzanî dikin
Piştî ku ji Kurdistna Bakur daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin û despêşxeriyê bike jibo bidawîbûna şerê navbera PKKê û Hikûmeta Tirkiyê, ji Kurdistana Rojava jî hêzên siyasî daxwazê ji Barzanî dikin ku destpêşxeriyekê bike.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demikrata Kurdistanê- Sûriyê (PDKS) Dr. Kawa Ezîzî ji BasNews re ragehand: “Siyaseta PArtiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xelkê Rojva bê hêvî kiriye, jiber nikare bi fişarê li dewletên herêmê bike, ew fişarê li xelkê dike, ji berî çend salan de me ew agahdar kirin ku rêkeftinek nehênî dinavbera wan û hikûmetê de heye, lêbelê guh li menakin, vê yekê rewşa niha li Rojava çêkirye.”

Herwiha got: “Vê carê em daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku destpêşxeriyekê bike jibo derîna Rojava ji vê rewşê.”

Derbarê vê mijarê jî Çavdêrê Siyasî Endamê Berê yê parlemena Kurdistanê Ebduleselam Berwarî ji BasNews re got: “Barzanî xwediyê destpêşxweriya aştiyêbû li Tirkiyê, di dema ku Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) bi siyaseta xwe ya xelet nîvê Kurdistana Bakur hate wêran kirin jiber vê yekê deng li dijî PKKê hae bilind kirin.” Herwiha tekez kir: “Hindek partiyên nêzîkî PKKê daxwaza çareseriya pirsgirêkê dikin û gotûbêjan jibo vê yekê dikin lewma “Hewldanên mezin hene ku careke din Barzanî destpêşxetiyê jibo Kurdistana Rojava û Bakur bike jibo ku rewşa herdu perçeyên Kurdistanê baştir bibe.”

Berî niha Hevserokê Şarederiya Mezin a Mardînê Ehmed Turk ragehand: “Gelê Kurd li Bakur çavlirêye ku Barzanî wek Serokê Kurdan destpêşxeriyekê jibo bidawîbûna şerê li Bakur bîne bike.”

Basnews
Top