Demîrtaş serdana Waşîntonê dike
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş wê roja 28ê Nîsanê serdana paytexta Amerîka Waşîntonê bike. Demîrtaş wê li wir tevlî konferansekê bibe û ligel şêwirmenda wezareta derve ya Amerîka Krîs Kenîy bicive. Herwiha wê ligel berpirsê Koçka Spî yê ewrûpayê Charles Kupchan û cîgirê wî jî bicive.
Hevserokê HDPê Demîrtaş wê li Waşîntonê tevlî Konferansa 'Xweserî û Rêveberiyên Xweser: Ceribandinên Kurdan' bibe.
Serdana Demîrtaş di demekê de ye ku, li Tirkiyê şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de di asta herî jor de ye û vê heftiyê li parlamentoya Tirkiyê mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran tê guftûgo kirin.
K24
