• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Dêrsîmê teqîn: 3 leşker hatin kuştin

Gulan Media April 22, 2016 Nûçe
Li Dêrsîmê teqîn: 3 leşker hatin kuştin
Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê teqînek çê bû û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Îro li bajarê Dêrsmî, li ser riya navbera Dêrsîm û Elazîxê û bi dûriya 25 km li navenda bajarê Dêrsîmê teqînek qewimî.

Teqîn di demekê de çê bû, ku wezayita leşkerî ya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li ser rêya bejayî ya navbera Dêrsîm-Elazîxê derbas dibû û li ser rêya wê bombeyek teqiya.

Hat zanîn, ku di encama teqînê de 3 leşker hatin kuştin û çend leşker jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê gelek ambulans, tîmên hawarçûnê û hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê ber bi cihê teqînê ve çûn.

Tîmên hawarçûnê leşkerên birîndar ber bi nexweşxaneyê ve veguhastin.

Li cihê ku teqîn lê qewimî, tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin girtin û hêzên ewlehiyê operasyon dan destpêkirina.

Rudaw
Top