Li Qamişlo şer giran bû: YPGê taxa Tey a ereban dorpêç kir!
Îro înê 22ê Nîsanê li bajarê Qamişlo di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Asayişa Qamişlo li milekê û hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyê li milê din şer û pevçûnên dijwar derketin.
L gor zanyariyên, li Cadeya Wehdê,Kesbo,Kornîş û Çargoşeya Ewlekariyê şerekî giran di navbera navbera şervanên YPGê, hêzên Asayişê û Hêzên Hikûmeta Sûriyê de derket.
Şervanên YPGê û hêzên Asayişê yên girêdayî Kantona Cizîrê taxa Tey a piraniya akinciyên wê Ereb in, dorpêç kirine.
Rudaw
