• Saturday, 21 February 2026
logo

Qamişlo – Zîndana Elaya kete destê YPG û Asayişê

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Qamişlo – Zîndana Elaya kete destê YPG û Asayişê
Di berdewamiya şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên Asayiş û YPGê li milekê û hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyê li milekê din de, îro hêzên Kurdî karîn zîndana Elaya ya bajêr kontrol bikin û 67 leşker û hêzên ewlekariyê yên Sûriyê bigirin.

Îro li bajarê Qamişlo şer û pevçûnên tund di navbera hikumet, milîsên wê li aliyekê û hêzên Asayiş û şervanên YPGê li aliyekê din de qwimîn.

Li gor zanyariyên ji nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro di berdewamiya şerê navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayişê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li navenda bajarê Qamişlo, zindana Elaya ji aliyê hêzên Asayiş û YPGê ve hat kontrolkirin û 67 endamên hêzên Asayişa Hikûmeta Sûriyê xwe teslîmî şervanên Kurdî kirin.

Heta niha 30 çekdarên ser bi hikumeta Sûriyê ve hatin kuştin û 6 kesên sivîl şehîd ketin û 20 jî birnîdar bûne.

Herweha teqînek jî çêbû ku DAIŞê pêk anîbû û têde 4 endamên Asayişa Qamişlo ya girêdayî Rêveberiya Xweser birîndar bûn.

Ji aliyekê din ve Leşkerên Sûriyê ji fewca Terteb û balafirxaneya Qamişlo taxên ku di destê hêzên Kurdî de ne, topbaran dike.

Rudaw
Top