Tirkiyê ji bo leşkeriyê 22.6 milyar dolar xerc kiriye
Tirkiyê di bûdceya 2016an ji bo şer 22 milyar dolar veqetandiye û ev bûdce li gorî sala 2015an 4 milyar dolar zêde ye. Li gorî dewletên Ewropa, dewletên Rojhilata Navîn ji bo gelekî zêdetir pereyan xerc dikin. Herwiha yek jî wan dewletan jî Tirkiyê ye. Aborînas û pisporên aboriyê li ser vê yekê dibêjin di demên pêş de dê di aboriya Tirkiyê de kêşeyên mezin rû bide.
Aborînas Muhsîn Kar diyar dike ku ji ber ji ber lêçûnên şer bûdçeya perwerdehî û tenduristiyê kêm dibe û ev yek jî bondoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dihêle. Kar ji K24ê re got: “Dema mirov bala xwe dide bandora terorê ya li ser aboriyê, derdikeve holê ku pereyên ji bo raya giştî bêne serfkirin, mixabin ji bo bûtçeya parastin û ewlehiyê tê veqetandin. Niha Tirkiye di vê rewşê de ye.”
Pisporê aboriyê Erdal Tanas dibêje Tirkiye çi qas ji bo ewlehî û parastinê pereyan serf bike ev qas mezinbûna xwe dide nîşandan û aboriya Tirkiyê bi vê yekê zirarê nabîne. Tanas got jî: “Ev şer û pevçûn û operasyonên li dijî PKKê yên li Bakurê Kurdistanê ne nû ye. Ev bi salane ev rewş û serfkirina pereyan heye. Ez bawer nakim ku bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiyê bike. Tirkiye dê di rojên pêşiya me de pêşengiya danûstendina enerjiyê bike û ev yek jî ji bo aboriya Tirkiyê pêşketinek mezin e.”
Li aliyê din, hin Aborinas û pispor destnîşand dikin heger ev şer û pevçûn berdewam bikin dê aboriya Tirkiyê rojbiroj têkeve xeterê û welatên derweyê Tirkiyê dê kar û barên xwe yên li nava Tirkiyê betal bike. Herwiha pisporên aboriyê jî dibêjin di rojên pêş de dê carek din dolar bibe 3 lîrayên Tirk.
K24
