• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Qamişlo şer giran bû

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Li Qamişlo şer giran bû
Li Qamişlo şerekî giran di navbera Yekîniyên Parastina Gel (YPG) û hêzên hikûmeta Sûriyê de derket

Çavkaniyek ji bo Rûdawê got şer li nêzîkî ofîsa pêwendiyan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Kolana El Wehde û li ser deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbîn qewimî.

Li gor agahiyan heman çavkaniyî hêzên hikumeta Sûriyê ji balafirxaneya Qamişlo topan davêjin zindana Alaya û derdora çargoşeya emnî.

Her wiha hate ragihandin ku YPGê zindana Alaya kontrol kiriye.

Li mizgeftên bajarê Qamişlo jî, banga pexşîna xwînê ji xelkê tê kirin

Di şer de gelek birîndar çêbûne û piraniya wan birîndaran li nexweşxaneyên Şehîd Xebat û Ferman têne dermankirin.

Agahiyên ku gihiştine Rûdawê dibêjin, bazara Qamişlo bi temamî hatiye girtin xetên telefonê yên Sûrî jî bi yek carî hatin birrîn.

Piştî ku li Qamişlo şer di navbera hêzên asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de heta derengê sibehê berdewam kir, niha rewşa bajar carna dengên topan tê bihîstin hemwelatî ditirisn û newêrin derbikevin.

Duh li Qamişlo şerekî giran dinavbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêza Asayişa Rojava de derketibû û di encamê de 8 leşkerên Sûriye hatibû kuştin û 2 endamên asayiş Rêveberiya Xweser şedhîd ketibûn.
Top