• Saturday, 21 February 2026
logo

Salih Mûslim: Em naxwazin Sûriyê dabeş bikin

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Salih Mûslim: Em naxwazin Sûriyê dabeş bikin
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) ragehand, ew naxwazin Sûriyê wek çend parçeyan dabeş bikin

Îro 21.04.2016ê Hevserokê PYDê Salih Mûslim di kongreyekî rojnamevanî de li paytexta Rusyayê Moskovê ragehand, grubên terorîstî pir zêde ne û tenê navê wan cuda ye û diyar kir: ‘’Pêwîste temamî rêxistinên terorîstî bên têkbirin.’’

Salih Mûslim di derbarê rizgarkirina bajarê Reqayê ya Sûriyê de jî got:’’Ew erkê hêzên Ereb e.’’

Hevserokê PYDê di derbarê Tirkiyê û Erebistana Siûdî de jî got, li gel wan pêşeroja Sûriyê pir ne giringe û diyar kir: ‘’Ew bi rêya partiyên ku bi wan ve girêdayîne ve, dixwazin partiya Baas têkbibin û bixwe bên ser hikmê Sûriyê. ‘’

Roja çarşemê 20.04.2016 ji ber hewldanên rejîma Sûriyê yên ku xwestin li Qamişlo 2 polîsê hatûçuyê bigrin, asayîşa rojava û milîsên ser bi rejîma Sûriyê hatin hember hev û 8 çekdarên rejîmê hatin kuştin û du karmendên asayîşê jî şehîd ketin.

Di demekî ku asayîşa Kurdistana rojava û milîsên berevaniya niştîmanî yên ser bi rejîma Sûriyê di şer de û îro jî ew şer û pevçûn berdewam dikirin de, Salih Mûslim di kongreya xwe ya rojnamevanî de ragehand; ‘’Saziyên hikûmeta Sûriyê di xizmeta rûniştvanên Qamişloyê de ne.’’

Basnews
Top