• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre kir

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre kir
Roja pênçşem 21.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îvêz Rosîê Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û her wiha şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge û amadekariyên ji bo azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre behsa girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe û welatên dost kir û pesnê qurbanîdan û rola hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan û her wiha parastina pêkhatan û hewandina koçberan kir.

Li beşekî dinê civînê de behsa hereşeya teror û hizra tundrewiyê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku çanda gelê Kurdistanê çandeke lêborînî û aştî û pêkvejiyane û rê nade bi tu awayekî hizra tundrewiyê û terorê li nav Kurdistanê da cîh bigre û geş bike.

Her li vê kombûnê da di derbarê jiyana koçber û penaberan de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û destûr û meseleya şeraket û dîroka Iraqê kirin û Serok Barzanî nêrîn û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê û paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo şanda mîhvan şîrove kir.

Top