Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 13’ê Adarê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û bi ragihandina qedexeyê operasyon hatibû destêkirin. Li gor çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê operasyona ku li taxên Cumhiriyet, Orman, Mezarlik, Eski Kişla, Yeni, Yeşildere, Esentepe, Gungor û Diz birêve diçû bi dawî bûye. Lê belê qedexeya li ser navçeyê wê bidome.
Qedexe û operasyonên li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê û navenda Şirnexê didomin.
Basnews