• Saturday, 21 February 2026
logo

Hevdîtinên Sekreterê NATOyê li Tirkiyê berdewam in

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Hevdîtinên Sekreterê NATOyê li Tirkiyê berdewam in
Sekreterê Hevpeymaniya NATOyê Jens Stoltenberg ligel rayedarên Tirkiyê re dicive.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu duh pêşwaziya Sekreterê Hevpeymaniya NATOyê Jens Stoltenberg li koşka Çankaya a serokwezîrtiyê li Enqerê kir.

Hat ragihandin ku, hevdîtina Ahmet Davutoglu bi sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg seat û nîvek li berxwe da.

Li gor medyaya ser bi hikûmeta Tirkiyê ve tê çaverêkirin ku îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî li koşka serokomariyê li Enqerê pêşwaziya sekreterê NATOyê bike.

Stoltenberg piştî bi Erdogan re dê hevdîtin bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bike û li dawiyê hevdîtinê dê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Naveroka civîna sekreterê NATOyê bi rayedarên dewleta Tirkiyê re li ser rewşa Sûriyê û Îraqê şerê li dijî DAIŞê û kirîza penaberan e.

Rudaw
Top