• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêwirmendekî Erdogan: Hilkirina parêzbendiyê ji ser parlementarên HDPê xeletiyek mezine

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Şêwirmendekî Erdogan: Hilkirina parêzbendiyê ji ser parlementarên HDPê xeletiyek mezine
Şêwirmendê berê yê Serokomarê Tirkiyê û Nivîskarê binav û dengê Tirkiyê Îtan Mhcûbiyan di hevdîtinekê de nerînên xwe li ser hilgirtina parêzbendiyê ji ser endamên parlemenê Tirkiyê derbirî û ragehand ku, heger hikûmet biryarek bi rengî bike wê şaştiyek mezin bike.

Mehcûbiyan di hevdîtinekê de ligel kenalê CNN Tirkiyê dibêje; em hemî dizanin ku hewldanek bi vî şêweyî bi tenê jibo dûr kirina çend parlementerên HDPê ye, lê ew ne jibo parlementerên ser bi MHP, CHP û AKPê ye.

Herwiha got: “Biryarek bi vî rengî xeletiyek mezine û nabe biçe ware cîbicî kirinê, diyare mebest ji vê biryarê zandanî kirina çend parlementarên HDPê ye, dixwazin jiyana siyasî ya hin parlementerên HDPê bidawî bikin.

Li gorî navborî, herger hat û çend parlementarên HDPê werin zindanî kirin, wê HDPê di hilbijartinên bê de, bi hesanî berbenda hilbijartinan derbas ke, wate wê HDPê ji aliyê cemawerî de keştir bibe.

Basnews
Top