• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kobanê leşkerên Tirkiyê sivîlek şehîd kirin

Gulan Media April 20, 2016 Nûçe
Li Kobanê leşkerên Tirkiyê sivîlek şehîd kirin
Lekerên Tirkiyê, li ser sînorê dinavbera Kurdistan Rojava û Bakur de, li gundewarê Kobanê guleyên xwe arsteyî hemwelatiyên sivîl kirin, yek şehîdbû û yek jî birîndare.

Îro 19 Nîsanê, dema ku herdu hemwelatiyên sivîl Hîto Salih temen 42 sal û Reşîd Xelîl bi temen 39 salî, ji Kobanê ku dixwestin xwe li sînor bidin û derbasî Kurdistanan Bakur bibin li derdora gundê Goran li gundewarê Kobanê. Rastî guleyên leşkerên Tirk hatin.

Çavkaniyeke pizîşkî ji Kobanê ji BasNews re ragehand: “Hîto Salih bi guleyekê jiyana xwe ji dest da û Mihemed Reşîd jî birîndar bûye û niha di nexweşxaniya Elemel deye li Kobanê.

Basnews
Top