• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê bi çekên kîmyayî êrîş kir!

Gulan Media April 20, 2016 Nûçe
DAIŞê bi çekên kîmyayî êrîş kir!
DAIŞê duhê êvarê li eniya Gwêrê bi çekên kîmyayî êrîşî Hêzêm Pêşmerge kir.

Berpirsê eniya Gwêr - Mexmûrê Sîrwam Barzanî ji Rûdawê re da zanîn ku DAIŞê duhê êvarê bi 12 hawanên kîmyayî êrîşî pêşmergeyan kiriye.

Sîrwan Barzanî got, “Êrîş li nêzîkî gundê Ebû Şît pêk hat ku nêzîkî 6 pêşmergeyan birîndar bûn.”

Di 14ê Nîsanê li Eniya Mexmûrê DAIŞê bi çekên kîmyayî êrîşî pêşmerge kiribû di encamê de 6 pêşmerge şehîd ketibûn.

Herwiha OPCWê tespît kiribû ku DAIŞê Cotmeha 2015an li Sûriyeyê gaza xerdalê bikar aniye.

DAIŞê, di sala 2015an de li nêzîkî Bendava Mûsilê, li nahiyeya Tilskofê û li Eniya Gwêr - Mexmûrê gelek caran bi çekên kîmyayî bikar aniye.

Piştî êrîşên DAIŞê, çermê çendek pêşmergeyan şewitî bûn ku li ser vê mesaleyê tîmek tenduristiyê ji Fransa û Amerîkayê hatibûn û dest bi lêkolînê kiribûn.

Rudaw
Top