Mecarîstan: Pêwîst e Kurd bibin xwedî dewlet!
Medyayên nêzîkî Yekîtiya Nişîtmaniya Kurdistanl (YNK) ragihandine, ku roja sêşemî 19ê Nîsanê Cîgirê Serokwezêrê Mecarîstanê Zsolt Semjen ligel Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNK Mela Bextiyar û şandeke YNKê civiya.
Zsolt Semjen di vê hevdîtinê de ragihandiye: “Gerek hemû cîhan bizane, ku Kurdan mafê diyarkirina çarenivîsa xwe hene û pêwîst e bibin dewlet. Di wê rewşa nexweş a Rojhilata Navîn de, Kurd tekane hêz e ku dikare rûbirûyê tundrewiyê bisekine, her ji ber wê yekê pêwîst e zêdetir piştgîrî û alîkariya wan bê kirin, bi taybet bi mebesta gihîştin bi maf û armancên Neteweyî ya xwe ku dewleya serbixwe ya Kurdistanê ye.”
Semjen herwiha li hember pêşwazîkirin, hewandin û parastina Kirîstiyanên Iraqê ji destê çekdarên DAIŞê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ew helwest bi karekî giring wesif kir.
Cîgirê Serokwezîrê Mecarîstanê bi giringî ve amaje bi rola giring û bi bandor a Kurd, Pêşmerge û şervanan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û got: “Kurd tekane hêz in ku li ser erdê karîne DAIŞê têk bibin. Kurdan selimand ku bo têkbirina DAIŞê gerek li ser erdê êriş bê kriin, nek tenê ji esman ve.”
Zsolt Semjen behsa wê yekê jî kir, ku hikûmeta û xelkê Mecarîstanê amade ne , ku di aliyê leşkerî û mirovî de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Semjen tekez kir: “Ewropa û cîhan gerek şanaziyê bi we bikin û pêwîst dike jî ku zêdetir hevkariya we bikin.”
Di civînê de Mela Bextiyar jî amaje bi dîroka pêwendiyên navbera Kurdistan û Mecarîstanê kir û ragihand: “Di dîroka Kurd de, ti demî Mecarîstan nebûye arîşe û asteng li pêşiya netewa Kurd.”
Derbarê hewandina hejmareke zêde ya koçberên Iraqê li Kurdistanê de Mela Bextiyar da xuyakirin: “Li Kurdistanê Kirîstiyan bê cudayî hatine hewandin û parastî ne. Kurdistanê îsbat kir ku ti cure cudahiyekê di navbera pêkhate, ol û mezbehan de nake.”
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîstboruya YNKê herwiha destnîşan kir: “Pêşmerge, xwediyê şanaziyên netewa me û cîhanê ne jî, ku li şûna Ewropa û cîhanê şer dike. He rji ber wê jî pêwîst e zêdetir alîkariya pêşmerge û şervanan were kirin.”
Rudaw
