• Saturday, 21 February 2026
logo

Çavkaniyeke fermî yê Amerîkî: Washington 900 milyon dolarî dide Pêşmerge

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
Çavkaniyeke fermî yê Amerîkî: Washington 900 milyon dolarî dide Pêşmerge
Çavkaniyeke fermî yê Amerîkî ji Rûdawê re ragihand, alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge ne tenê 415 milyon dolar in, belku koma alîkariyên Washingtonê bo Pêşmerge digihîje 900 milyon dolarî û dê bi çend şêwaz û qonaxên cuda bê dan.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe aşkera bike, got: “Ji wan alîkariyên Amerîka dê 22 milyon û 500 hezar doalr bo rahênan û kelûpelên Pêşmerge be û 65 milyon dolar jî bo wan hêzan dibe ku operasyonên tyabet pêk tînin.”

Li gor gotina vê çavkaniyê Amerîkî “roja 16ê Adarê di hevdîtineke ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de qas û çawaniya dana wan alîkariyan hat behskirin û dê di dawiya meha Nîsanê de jî beşek ji wan alîkariyan bigihîje dest Hêza Pêşmerge.”

Heman çavkaniyê da xuyakirin: “Ji meha Nîsanê ve Amerîka xwarina Hêza Pêşmerge li eniyên şer dabîn dike. Beşeke din a alîkariyan jî dê ji xwarin, sotemenî, xurak, tendirustî û derman re bê dabînkirin.”

Çavkaniyê destnîşan kir: “2 lîwayên nû ji Hêza Pêşmerge re tên damezrandin û hejmara leşkerên her lîwayekê jî 2 hezar û 100 kes dibe ku bi giştî dike 4 hezar û 200 kes. 180 heya 200 milyon dolar ji çek û alavên leşkerî û rahênana wan her du lîwayên pêşmerge re tê dabînkirin.”

Li gor zanyariyên, “Amerîka dixwaze eniyên şer (li dijî DAIŞê) bihêz bike û bi vê mebebstê jî hizir li wê yekê hatiye kirin, ku hejmara Hêza Pêşmerge li eniyên şer ku niha 60 hezar kes e, bo 80 hezar Pêşmergeyan bê zêdekirin û dibe ku alîkariya 415 milyon dolarî ya ku ji wan Pêşmergeyan re tê dabînkirin, yên ku dê di şerê Mûsilê de beşdar bin, were zêdekirin.”

Çavkaniyê navborî herwiha da zanîn: “Biryar e di navbera salên 2016 heya 2018 Amerîka deynekê bide Iraqêku ji wê deynê jî dê 200 milyon dolar ji pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge re bê dabînkirin û hemû alîkariyên Amerîka bo Pêşmerge bi qasî 900 milyon dolarî dibe. Ev jî di çarçoveya karê hevbeş ê di navbera Wezareta Parastin û Wezareta Derve ya Amerîka ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge dibe û ti pêwendî jî bi Kongreya Amerîkayê ve nîne.”

Alîkariyên navdewletî yên Amerîkayê li gor yasayê hatine rêxistin. Li gor yasaya sala 1961an alîkariyên derveyî eger bi awayê leşkerî bûn, bi rêya Wezareta Parastinê tên kirin, lê belê eger ew alîkarî yên siviîl bûn, rêxistina USAID wan alîkariyan dide.

Li gor yasayên wî welatî jî, Amerîka nikare mûçeyê Artêşa ti welatekê dabîn bike, belku alîkariyên rasterast pêşkêşî hikûmeta wan welatan tê kirin.

Rudaw
Top